Zehra Doğan

15 Rojên Din
Porträt Zehra Doğan
© Esra Rotthoff

Tu bi qasî 600 rojan li Tirkiyeyê di girtîgehên cuda cuda de mayî. Gava ez nameyên te, yên ku te ji girtîgehê ji bo hevalên xwe nivîsîne, xwendin, bi min wisa hat ku em ê nikaribin tenê bi peyva ‘tirsnak’ vê dema dirêj pênase bikin.
-Di girtîgehên li Tirkiyeyê de, kevneşopîyeke dîrokî ya hilberandina huner û wêjeyî heye. Gava hûn dikevin hepsê, hûn tenê nakevin hucreyekê, di heman demê de de hûn tev li enerjîyeke, rîtmeke jîyanî dibin, gelek tişt li we diqewimin. Ji bo min jî ev demajo wiha bû.

Gava tu di girtîgehê de bûyî, te misêwa wêne xêz kirin. 70 berhemên te yên ji nav yên din hatî hilbijartin, dê di meha Sibatê ya sala 2021ê de, li şûngeha pêşangehê ya Gorki ya bi navê Kiosk, bi pêşangeheke takekesî bo bîner û hunerhezan bê nîşandan. Di heman demê de, wê hingê te rojîn nivîsîn, çîrok nivîsîn, tew te romanek jî nivîsî. Bi qasî ku min xwend, di dora çûna daşirê de jî demeke zêde ji we diçû.
-Mijara daşirê ev e: Li girtîgehê, li gorî hejmara jinan pir hindik daşir hebû. Gava yek ji me virîkî bibûya, hewce dikir ku ya li pêş ji dorê derkeve û here li paş car din têkeve dorê. Herçî xebata boş ya di girtîgehê de ye: a rast, ez yeka tiral im. Lê gava mirov dikeve nav girtîyên sîyasî dîsîplînek jî bi mirov re çêdibe. Mirov serê sibê saet di heftan de şîyar dibe û heta nîvê şevê dixebite. Ez jî piştî demekê, çendî bi kotekî be jî, hînî vê rîtmê bûm. Ev mijûlbûn di heman demê de ji bo depresyonê jî baş e. Wekî din jî hevalên me yên rojnameger ku nûçeya girtina min belav kiribûn jî piştre tev li me bûn û ev yek bû sedem ku hestekî berpirsîyê bi min re çêbibe. Min dixwest her tiştî bikim belge. Em li ser fikrekê man û me got em ê rojnameyekê derînin ji bo bibelgekirina pêpeskirina heqên girtîyan ku ji alî rêveberîya girtîgehê û peywirdarên girtîgehê ve dihat pêkanîn. 

Bi şevan te li ber tava hîvê ji hevala xwe Naz Öke re name dinivîsîn.
-Bi roj gelek kar hebûn bo kirinê loma jî tenê şev dibû dema nivîsîna nameyan. Di dawîyê de gelek name ketin ser hev, ji ber ku min ji Nazê xwestibû ku bila pir name binivîse ji min re. Û min jê re gotibû bila rûpela wan a paş vala bihêle. Bi vî awayî min ê di wan rûpelan de karibûya romana xwe ya yekem ya xêzîn biafiranda.

Tu aktîvîsta sîyasî yî û digel wê jî wêneyan çêdikî, xêz dikî. Te behsa dîsîplîna girtîyan kiribû. Baş e, vê pêlê xebatên te çawa dimeşin?
-Di dawîyê de ez vegerîyam rojên xwe yên berê, yên tiralîyê. Li ber min pir zêde kar hene, -her cure proje, axaftin, karên li hev peymankirî. Wekî mînak, tê xwestin ku ez bo bergên kovarên jinan wêne û dîzaynan çêkim. Heke min di girtîgehê û di warê xebitînê de xwe bi dîsîplîn nekira, min ê nekarîya van karan bikira. Êdî motîvasyona min ji rojên berîya girtîgehê zêdetir e. 

Tu û hevala te Naz Öke, we çawa hev nas kir?
-Di sala 2015an de, gava ez li Nisêbînê bûm.

Bi qasî ez dizanim, ev der ji alî artêşa Tirkan ve hat serûbinkirin.
-Rast e, sala 2016an bû. Piştre xwestin vê rûxandina xwe pîroz bikin û fotografa ku wek belgeyekê girtibûn, di rojnameyên xwe yên sereke de belav kirin. Min jî ev hêmaya hanê wergirt û bi destkarîyeke dîjîtal ya bi telefona xwe ya destan, ew kir wêne, ew kir dij-çalakî. Loma jî ez hatim girtin. Salek berê, ez ji bo hevpeyvînekê hatibûm Nisêbînê. Naz li Fransayê bû û bihîstiye ku rojnamevanek heye li wî bajarî ku wêneyan xêz dike. Ji bo ku hevpeyvînek bi min re bike û di rojnameya xwe de biweşîne, li min gerîyabû. Bi vî awayî me hev nas kir û me dest bi xebatê kir. Lê dikarim bêjim, bi boneya çûn û hatina nameyên wê gava ku ez di girtîgehê de bûm, me ji nêz ve hev nas kir. 

Tu di nameyên xwe de behsa kevokan dikî, yên ku di girtîgehê de dijîn, hêlîna xwe li ser têlên rêsayî çêdikin. Bi qasî ku min xwend, we hemûyan hîs kiriye ku peyamekê didin we. Ev peyameke çawa bû?
-Wê hingê, me bi saetan ev yek di nava xwe de gengeşe kir. Pêşî me got, têlên rêsayî ew û çêlikên wan ji pisîkan û ji talûkeyên din diparêzin. Lê belê me didît ku hin kevok hebûn ku bi têlan ve asê mabûn û li wir miribûn. Digel ku hemû dinya ji bo wan qada serbestîyê bû jî, gelo wan çima hêlîna xwe di cîyekî wisa de çêkiribû? Vê rewşê çarenûsa Kurdan dianî bîra min. Ji bo wan jî gelek der û warên dinyayê serbest bû, lê belê ew di vê cografyayê û di talûkeya jîyanî de diman. Loma jî sempatîyeke me ya kûr çêbûbû ji bo van çivîkan. 

Navê pirtûkê, Em ê Rojên Xweş Bibînin…
-Di girtîgehê de, min jineke 28 salî, ku du zarokên wê jî hebûn, nas kir. Di pîrozkirinekê de ji ber ku kincên gerîlayan li xwe kiriye, sê sal û çar meh cezayê hepsê dabûnê. Hê di zaroktîya wê de jî, neh sal ceza dabûn bavê wê. Hema bi dû re jî, dayika wê tev li têkoşîna çekdarîyê bûbû. Ji hingê ve bû tu agahî ji dêya xwe hilnedabû. Di deh salîya xwe de xwedîtî li pênc xwişk û birayên xwe kiribû. Tu hêvî û bendewarîyeke wê ji jîyanê tunebû. Lê ew rista Nazım Hikmet her di bîra wê de bû. Vê yekê pir bandor li min kiribû.

Dê û bavê te çi dikin?
-Zêde tiştekî ku ez der heqê wan de bêjim, tune ye. Wek temen ew ji min gelek mezintir in; ew niha heftê salî ne. Ez di nava neh zarokan de ya heştan im. Ez dikarim bêjim, ew her û her li benda min man û ev rewş rengê têkilîya me dîyar dike. Di wan şevan de ku derketina der qedexe bû, ew her tim li benda min man. Bi tirsa ku dê tiştekî xerab bi serê min de were, li benda wê roja ku ez ê ji Nisêbînê vegerim, man. Piştre jî li benda derketina min a ji girtîgehê man. Ji bo min, mirin û ketina girtîgehê hema hema heman tişt bûn. Lê gava wan cara pêşî ez di girtîgehê de dîtim, gelek kêfa wan hat. Pêşî min ji sedema vê yekê fam nekiribû lê paşê min tê derxist, ji ber ku hê ez li darê dinê xweş bûm, kêfa wan dihat. 

Hevalên te dikaribûn werin serdana te?
-Di serdanekê de, tenê pênc kesên ji malbatê dikaribûn werin. Min jî dikaribû navê sê hevalên xwe binivîsîya. Lê piştî ku polîsan dest bi lêpirsîna du hevalên min kirin, ên ku min navê wan nivîsîbûn,  êdî tenê yek ji wan dikaribû bihata serdanê.  

Gelo em ê karibin rojên xweş bibînin? Gelo dê siberoj dinyayeke ku tê de zindan tune ne, ava bike ji me re?
-Di girtîgehê de, pêwîst dike ku mirov ji siberojê bawer bike. Gava ez di girtîgehê de bûm ev bawerî bi min re hebû; hê jî hewlê didim ku wê bawerîyê bi xwe re bihêlim. Ez pê bawer im, dê rojek were û ev sîstema ku em tê de ne birûxe. Lê belê, belkî jî ev dem pir zêde û dûrûdirêj be û ez ê nebînim. Gava em li Tirkiyeyê dinêrin jî, wisa bawer dikim ku dê Kurd di demeke nêz de bigihîjin rojên xweş. Lê gava ew roj hat, ez ê zêde ji vê rewşê kêf û xweşîyê hilnedim. Ji ber ku me pir mirov winda kirin di vê rêyê de. 

Nexwe em bêjin, dê rojên xweş neyên?
-Heke em bi awayekî objektîf binirxînin, em ê karibin bêjin, mimkun e. Herçî ji bo min e, qet ne bawer im.

Gelo dibe ku nêziktêdayîna Tirkiyeyê ya bo Kurdan di demeke nêz de biguhere?
-Li cîyê ku min ji ber reva ji polîsan xwe spartiyê, ez difikirîm ku birevim biçim Kurdistanê (mebest jê başûr e) an jî Ewropayê. Hogireke min jî ji min re wiha digot: em ê te veşêrin, ne xem e; jixwe pazdeh roj man. Dê rejîma Erdoğan, nikaribe xwe li ber zextdayînên hêzên navxweyî û derveyîn bigire û ew ê dev ji vî bayê girtin û hepskirinê berde. Pazdeh roj berîya ku ez bêm girtin, ev dîyalog çêbûbû. Piştî ez ji girtîgehê derketim, min û wê hevala min car din me hev dît û me bi gotina; pazdeh rojên din, pazdeh rojên din, henek li hev kir.

Yanî şika te heye.
-Ez ne bawer im ku dawîya Erdoğan dê bibe dawîya zilma li ser Kurdan tê meşandin. Gava ez zarok bûm, di qonaxa Tansu Çiller de (1993-96) Kurd di dem û salên xwe yên herî xerab û tirsnak de bûn. Du apên min hatin kuştin. Gelek mirov bêpirs û mehkeme hatin kuştin û ew avêtin bîran. Li fêrgehan bi zorê zimanê Tirkî hînî zarokan kirin. Di hefteyekê de du caran, me “hebûna xwe bexşî hebûna Tirkbûnê dikir” zext li me dihat kirin da ku em bêjin, “Bextewar ew e, yê ku dibêje ez Tirk im” Yanî mesele bi Erdoğan dest pê nake; û bi çûna wê re jî dê hewldana wan ya ji bo tunekirina Kurdan neqede. Dîtinên Erdoğan yên li ser dînê Îslamê, xwe dispêrin nirxên kevneşopî û neteweperestîyê. Ez ne bawer im ku dê siberoja Kurdan piştî lihevrûniştinên di nav partîyan de were avakirin. Divê gelê Tirk ji bo lêborînxwestinê amade be. Yanî, ne rejîm û sazî, divê kes û mirov bigihîjin wê astê û karibin ji ber tiştên qewimî, hatine qewimandin xemgîn bibin û lêborînê bixwazin. Guherîna ku dê di rejîmê de pêk bê dê cudatîyeke zêde çêneke. Ji bo hatina rojên xweş, divê hest û mentalîte biguherin- di her du alîyan de jî. 

Nexwe, bi qasî ku min fam kir, dîtina siberojeke xweş pir jî ne mimkun e.
-Tenê ev rê dikare me bigihîjîne wan rojan.

Di vê mijarê de, ez dibêjim qey, ji berîya dema hatina penaberan kêmtir alîkarî tê ji Ewropayê.
-Şerê heyî û tercîha Tirkiyeyê ya li ser çareserkirina pirsgirêkan ya bi rêbazên leşkerî, tim û tim ji alî Ewropayê ve hat destekkirin, ji ber ku bazirganîya çekan heye li rastê. Wisa xuya ye, tu xem û pirsgirêka hikûmetên Ewropayê ya bi rêbazên mafyawarî yên Erdoğan re tune ye. Di van pêlan de, Ewropa, ji bo menfîetên xwe yên jeopolîtîk yên li Rojhilata Nêzik li kar bixe, pirsgirêka “penaberan” tim wekî hincet bi kar tîne. 

Werger: Barış Seyitvan